24 мар 2019
Şengal 03.08.2014 Gelî temaşevanê hêja, em hemû dizanin, ku miletê me bi hezara salan bi çi zulm û zorada debas dibe û 74 caran ferman hatine ser û ya dawîyê ber çevê hembdinyayê hat kirin bi destê têrorîstên Deîşê, ku duxast bawerî û Îmana Tawisî Melekî nav şîrîn bişkênin di nava ruhê meda, bes nikarin, ji ber ku miletê me şêre û bona axa xwe û Êzdîtîya xwe serê xwe dide, bes dînê xwe nade dîndarê. Em, wekû xevatkarê Êzîdxan TV bîrnakin jênosîda (ferman) miletê Êzdî li 3-ê meha tebaxê sala 2014-a li Şengalê. Em usajî şermezar dikin wan kesan û teşkîletan, ku tilîya wan di navda hebûye. Roja fermanê em hemû gereka bivin yek dest, ku dijmin ji me bitirse û nezîki me neyê, ji ber tifaq serê hemû tiştîye. Û Êzîdxan TV wekû dengê we li ragihandinêda her dem di xizmeta wedaye.
Êzîdxan Tv
0:44